'Berhem Salih dibe serokê YNKê û Bafil û Lahûr Talabanî dibin cîgirên wî'

28 rêbendan 2020 14:59
'Berhem Salih dibe serokê YNKê û Bafil û Lahûr Talabanî dibin cîgirên wî'

PeyamaKurd -  Serokê Lijneya Sazkirina Peyrewa Navxwe ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ferîd Eseserd ragihand ku rêveberiya YNKê di nava vê hefteyê de kom dibe û dê sekreterê giştî yê YNKê diyar bike. Rêvebirekî pilebilind ê YNKê jî herwiha got ku Serokomarê Iraqê Berhem Salid dibe sekreterê giştî yê YNKê û Lahur Şêx Cengî û Pavel Talebanî dibin cîgirê sekreterê giştî.

Li gorî nûçeya Rûdawê, serokê demkî yê Encûmena Serkirdetiya YNKê Mistefa Çavreş ji Rûdawê re diyar kir ku, ji ber Berhem Salih û Lahur Şêx Cengî beşdarî Foruma Aborî ya Cîhanî li Davosê bûn, civîna dihat plankirin di 25ê Çileya îsal de were pêkanîn, bo 29ê Çileyê hate paşxistin.

‘Di kongreya YNKê dê rêveberiya nû û peyrewa navxwe hat qebûlkirin’

Peyrewa navxwe ya YNKê ku ji 76 xalan pêk hatiye, di kongreyê de bi piraniya dengên endamên YNKê hate pesendkirin, lê biryara bicihkirina dibe ya encûmena serokatiyê. Di 14ê Kanûna 2019an de Encûmena Serokatiya YNKê di civîna xwe de ji bo Lijneya Sazkirina Peyrewa Navxwe ya YNKê ji Encumena Bilind a Siyasî, 20 kes hilbijartin. Di kongreya YNKê dê rêveberiya nû û peyrewa navxwe hat qebûlkirin.

Serokê Lijneya Sazkirina Peyrewa Navxwe ya YNKê Ferîd Eseserd diyar kir ku ji sedî 80 peyrewa navxwe, pêdeçûn wê hate kirin û hinek made hatine rakirin, hinek hatine sererastkirin û herwiha hinek nû jî lê hatine zêdekirin.

Eseserd da zanîn ku di 28ê Çileyê de derbarê madeneyên nîqaş li ser hene û dirustkirina encûmena serokatî û parêzgehan de birya dawî dê were dayîn û wiha pê de çû: “Divê em hejmara dever û herêma diyar bikin û piştre jî sînorên wan diyar bikin. Hinek caran pêwîst dike ku hinek navçe bibin yek.”

‘Endam û alîgirên YNKê û herwiha beşek ji civaka Kurdan li bendê ne ku serekterê nû yê YNKê were diyarkirin’

Bi gotina Eseserd reng e polîtbûro weke xwe bimîne yan jî bibe encûmena cîbecîkar.

Endam û alîgirên YNKê û herwiha beşek ji civaka Kurdan li bendê ne ku serok an jî serekterê nû yê YNKê were diyarkirin. Heta niha ji bo serokê YNKê ligel navê Berhem Salih, navê Pavel Talebanî û Luher Şêx Cengî derdikeve pêş.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berî çend rojan di hevpeyvîneke Al Monitorê de li ser pirsa “serokê nû yê YNKê dibe kî?” di bersiva xwe de gotibû “ez bawerim dibe Berhem Salih.”

‘Ji bo serokatiyê navê Berhem Salih û ji bo cîgirên wî jî navê Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî derbas dibe’

Derbarê mijarê de Endamê Encûmena Bilinda Siyasî ya YNKê Arez Ebdullah wiha aixivî: “Ji bo serokatiyê navê Berhem Salih û ji bo cîgirên wî jî navê Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî derbas dibe, lê heta niha jî yek ji wan xwe nekirine namzed.”

Rêvebirekî pilebilind ê YNKê ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji Rûdawê re got: “Berhem Salih dibe sekreterê giştî yê YNKê û Pavel Talebanî û Lahur Şêx Cengî jî dibin cîgirê wî. Ji bo serokê Encûmena Serokatiyê jî navê Îmad Ehmed û Rifat Ebdullah derbas dibe, lê hêj diyar nebûye ka kijan ji wan dê bibe serok û yê din jî bibe cîgirê serokê encûmena serokatiyê.”