Berhem Salih: Bi pistrastî ve dibêjim Iraq dewleteke bi nirx û girîng a navçeyê ye

16 mijdar 2021 16:04
Berhem Salih: Bi pistrastî ve dibêjim Iraq dewleteke bi nirx û girîng a navçeyê ye

PeyamaKurd – Li Duhokê îro bi beşdariya berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê û Iraqê, Kolbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn destpê kir û Serokomarê Iraqê Berhem Salih di kolbendê de gotarek pêşkeş kir. Berhem Salih diyar kir: ‘‘Ez kêfxweş im îro li Duhok a dasnî û Duhoka pêkvejiyana pêkhateyên olên cuda û Duhoka Kurdên Musliman, Êzîdî, Mesîhî û hemû pêkhateyan digihîne hev im.’’

Berhem Salih eşkere kir: ‘‘Pêgeha zanistî û merufiya vê zankoyê jî girîng e, ji bo hem Kurdistan, hem Iraq û hem jî li navçeyê bikare bibe temamkerê cîhana pêşkeftî.’’

Serokomar Berhem Salih da zanîn: ‘‘Beşek piraniya wan guhertinên berê xwe dana Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî niha ku behsa encamên hilbijartinên Iraqê dikin û pêkanîna hikûmeta nû û pirsgirêkên derketine pêş pêkhateyên Iraqê ji bo nexşandina pêşerojeke baş ji bo xwe û ji bo navçeyê girîng e, ku em bikarin li gel yek bi aştiyane jiyan bikin.’’

Berhem Salih herwiha di derbarê pirsa asayîş û seqamgiriya navçeyê û Iraqê de destnîşan kir: ‘‘Bi piştrastî ve dibêjim Iraq dewleteke bi nirx û girîng a navçeyê ye. Eger em vegerin bo dema borî ya nêzîk a vê Rojhilata Navîn, em ê bibînin her ji şerê Iraq û Îranê heta niha sîstema siyasî û ewlehiya navçeyê hilweşiya ye, sedem jî pirsgirêkên Iraqê bixwe ne.

Herwiha diyar kir: ‘‘Ez jî ne tenê wek Kurdek, wek her endamekî pêkhateyekî din ê Iraqê ku lê dinêrim, tê zanîn ku guhertinên mezin ku li Iraqê pêk hatine, rewşa Rojhilata Navîn pêwendiya xwe rasterast bi siyaseta dewleta dema borî ya Iraqê ve hebû, ku ji bo tepisandin û serkutkirina gelê xwe amade bû her rêyekê bide pêş xwe.

Berhem Salih eşkere kir: ‘‘Vegerindina Iraqekî pêşketî li navçeyê gelek girîng e, lê xala destpêkê ya vê mijarê çareseriya pirsgirêkên navxwe yên Iraqê ye û seqamgiriya navxwe ya Iraqê ye.