Berhem Salih: Ev hilbijartin destpêka bicihanîna daxwazên gelê Iraqê ye
10 cotmeh 2021 17:32
PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih û xanima xwe Serbax Salih li hotela Reşîd a Bexdayê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê deng dan.
Serokomarê Iraqê piştî dengdanê ragihand, hilbijartinên pêşwext ên Encûmena Nûneran, destpêka çaksaziyê ya ji bo bicihanîna daxwazên gelê Iraqê ye.
Berhem Salih got: “Hêvîdar in hemû Iraqî beşdarî van hilbijartinan bibin û mafê xwe yê destûrî bi kar bînin, da ku hilbijartin di rewşek hêjayî Iraq û Iraqiyan de biqede û tiştê ku ji bo gel rewa ye pêk were.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
‘Berhem Salih di hilbijartinên Iraqê de ji lîsteya Kazimî dibe namzed’
10 tbx 2020
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin