Berdevkê serokkomariya Tirkiyê Kalin bi Jake Sullivan re axifî
PeyamaKurd – Berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın di rêya telefonê de bi şêwirmendê netewî yê Amerîkayê bi Jake Sullivan re axifî. Di axaftinê de behsa têkiliyên duqolî, endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê ya NATO yê, ewlehiya xidayan ya navdewletî û enerjiyê, teror, şerê Ûkraynayê, Sûriye û pêşdeçûnên li herêmê axifîne.
Birêxistina Mekanîzma Stratejîk ya Amerîka-Tirkiyê, mijarên herêmî, zêdekariya hevkariya têkiliyên di ekonomî, enerjî û sanayî de, hinek mijarên din bûn ku li ser wan axifîn. Dirêjbûna şerê Rûsya-Ûkraynayê li ser xidayê bandorê kiriye û hem di seha enerjiyê de bandora neyînî li ser aboriyê kiriye. Pirsgirêka koçberên Ûkraynayê û çareseriya pirsgirêka Rûsya-Ûkrayna di rêya dîplomasiyê de, çareseriya herî baş hat qebûlkirin.
Di axaftinê de car din behsa endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê ya ji bo NATO yê hat kirin û Tirkiyê şertên ku berê dabû ber wan, dubare kir. Kalın got ku PKK/PYD/YPG ji bo ewlehiya Tirkiyê tehdîdin, ji bo yekîtiya axa Sûriyê tehdîdin û divê Îsweç û Fînlandiya desteka xwe ji wan bikşînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin