Berdevkê Artêsa Lîbya: Çekdarên Tirkiyê sandine DAISî ne
PeyamaKurd - Berdevkê Artêşa Netewî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ragihand ku çekdarên ku Tirkiyê ew derbasî Lîbyayê kirine, xwedî nasnameyên cuda ne û girêdayî DAIŞê ne.
Mismarî, di civîneke rojnamevanî got, Erdogan li benda biryara parlamenê nema û bi rastî bêhtirî 300 çeteyî şandin Lîbyayê.
Mismarî ji bo Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku piştgiriya hikûmeta Wîfaq dike û biryara şandina hêzê ji bo şerê dijî hêzên Hefter daye û got:
“Erdogan dixwaze xewna Osmanî nûjen bike, ji ber vê jî divê di komkara Erebî de helwesteke xurt hebe.”
Hêjayî gotinê ye, îro Komkara Erebî li ser daxwaza Misrê li ser asta nûneran li Qahîrayê civîneke awarte li dar dixe û hatiye ragihandin, wê bûyerên li Lîbyayê û destwerdana dewletan a li ser axa wî welatî were gotubêjkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin