Artêsa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê 4 ciwan revandin
02 tîrmeh 2022 13:33
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, 4 ciwan ji gundewarê Girê Spî revandin.
Li gor zanyariyan, dewriyeyeke artêşa Tirk a dagirker û çekdarên wê, îro girtin ser bajarokê Elî Baciliye û 4 ciwan revandin.
Navê kesên hatin revandin wiha ne: Mihemed El-Elo, Mistefa El-Erar, Îsa El-Şewax û kurê Hesen El-Osman ku xwendekarê amadehî ye û beriya çend rojan ji navçeya Sabxa yê Reqayê vegeriyabû, girtin.
Herwiha hat zanîn ku kesên hatin revandin, ji “şaxê têkoşîna li dijî terorê” ya çekdaran ku li kantona dagirkirî ye hatine şandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Welatiyek ji aliyê Artêsa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê hat revandin
28 hzr 2022
Jiyan
Komên çekdarên girêdayî Tirkiyê êrîsî xalên artêsa Sûrî kirin
01 brf 2019
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin