Berdevkê hukumeta Kongo: “Rêxistina M23 terorê anî Gomayê”

07 sibat 2025 02:18
Berdevkê hukumeta Kongo: “Rêxistina M23 terorê anî Gomayê”

PeyamaKurd – Berdevkê hukumeta Kongoya Demokratîk Patrick Muyaya rêxistina M23ê ya serhildêr sûcdar kir ku terorê aniye Gomayê. Muyaya got ku di şerê sitendina Gomayê de, heya niha 3 hezar zêdetir kes mirine û gelek kes birîndar bûne. Bi sedema desteka welatê Rûnadayê ya ji bo M23, endîşeyên xwe ragihand.

Berdevkê hukumetê Patrick Muyaya, li ser ku M23 payîtexta Kivu ya Bakûr Gomayê xist destê xwe got ku terorê birine bajarê Gomayê.

Tevgera 23yê Adarê (M23) li hemberê desthilata Kongoyê di nav şer de ye û gelek ciyan xistiye destê xwe.

Muyaya got ku heya bajarê Gomayê xistine destê xwe 3 hezar kes miriye û 3 hezar zêdetir birîndar hene û rewşa hinek birîndaran gelek xerabe. Muyaya, hukumeta Rûandayê sûcdar kir û got ku leşkerên Rûandayê jî di sehayê de şer dikin. Muyaya weha dewam kir:

“Êrîşa M23 ya Gomayê di wexta rojê de, êrîşê Gomayê ya nûfûsa wê 3 an 4 milyone kirin, kampeka penaberên navxwe di nav de ket ber êrîşê. Armanc zelale; anîna terorê ya nav bajêr. Li Gomayê îhlal û kirina sûcan dewam dike.”

Muyaya xwest ku civata navdewletî zorê bide ser Rûandayê da destekê nede rêxistina M23ê.