Berbijêra Balyoziya Iraqê: Ez ê hewl bidim hevkariya bi Hewlêrê re xurtir bikim

18 hezîran 2024 17:41
Berbijêra Balyoziya Iraqê: Ez ê hewl bidim hevkariya bi Hewlêrê re xurtir bikim

PeyamaKurd - Berbijêra Balyoza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya Iraqê Tracy Jacobson destnîşan kir ku ger ew bibe Balyoza Herêma Kurdistanê, ew ê bibe parasvana hevkariya DYA û Herêma Kurdistanê.

Berbijêra Balyoza DYAyê ya Iraqê Tracy Jacobson, bi mebesta bersivandina pirsên endamên Senatoyê û piştraskirina amadebûna ji erka balyoziyê li Senatoyê bû. 

Tracy Jacobson di derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê de diyar kir ku pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê aram in.

Jacobson got: "Heger navê min ji bo vê postê bê pesendkirin, ez ê di çarçoveya hemû têkiliyên me yên li gel Iraqa Federal de hewl bidim ku hevkariya me ya bi Herêma Kurdistanê re xurtir bikim." 

Tracy Jacobson, her wiha li ser pirsên di derbarê rêxistina terorî ya DAIŞê de tekeziyê li wê yekê kir ku DAIŞê heta niha jî, ji bo Iraq û herêmê metirsiyeke mezin e û artêşa DYAyê alîkariyên mezin dide hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên Pêşmerge.

Wezareta Derve ya DYAyê ragihand ku namzedêa nû ya postê Balyoza DYA ya Iraqê keseka jêhatî ye û em çaverê ne ku ji aliyê Kongreyê ve bê pesendkirin.