Bêhnvedana cejnê bo 9 roj
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku bêhnevana Cejna Qurbanê wek neh roj hatiye diyarkirin.
|
Türkçe
RûpelNews - Piştî Civîna Kabîneyê di axaftina xwe de, Erdogan diyar kir ku Cejna Qurbanê di navbera 27 û 30ê Gulanê de were pîrozkirin. Erdogan destnîşan kir ku, ligel betlaneya fermî ya ji bo karmendên giştî ku di piştî nîvroya Sêşemê 26ê Gulanê de dest pê dike, 1.5 rojên din ên betlaneya îdarî jî hatine dayîn.
Li gorî vê biryarê, tevahiya roja Duşemê ya beriya cejnê û heta nîvroya roja Sêşemê ketiye nav betlaneya îdarî, û bi vê yekê dema giştî ya betlaneyê digihîje 9 rojan.
