BÊCEZA NEMA: Celadê ku kurd bi komî kuştibûn dê were darvekirin

02 tîrmeh 2026 14:49

Cezayê îdamê yê bi darvekirinê ku li Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî yê ku berpirsekî rejîma Baasê ya hilweşandî ku li Iraqê wekî 'Kujerê Nugreselman' tê nasîn, hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Temyîzê ya Federal ve hate pesendkirin. Tikrîtî di derbarê komkujiyê, sûcên li dijî mirovahiyê, destdirêjiya zayendî û kuştina girtiyên ku qurbaniyên Komkujiya Enfalê bûn de hatibû darizandin û sûcdar hatibû dîtin.

BÊCEZA NEMA: Celadê ku kurd bi komî kuştibûn dê were darvekirin

RûpelNews - Dadgeha Bilind a Cezayî ya Iraqê ragihand ku Dadgha Temyîzê cezayê bidarvekirinê yê li dijî Tikrîtî hatibû birîn, pesend kiriye.

Serokê Dadgeha Bilind a Cezayê ya Iraqê Saad Lamî, di axaftina xwe ya ji bo Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA) de diyar kir ku Dadgeha Federal a Temyîzê cezayê îdamê yê li dijî Tikriti ji ber tawanên jenosîdê yên li ser qurbaniyên Komkujiya Enfalê hatibû birîn, erê kiriye.

Lamî diyar kir ku Tikrîtî rasterast berpirsiyarê komkujiyên sivîlên kurd ên ku ji Komkujiya Enfalê rizgar bûbûn, bû.

Tawanên îşkence û destdirêjî

Serokê Dadgehê Lamî diyar kir ku bersûc girtiyên li Girtîgeha Nugreselmanê bê xwarin û av hiştibû, ew rûbirûyî îşkenceyeke giran kiribûn û bûbû sedema mirina wan. Lamî her wiha destnîşan kir ku Tikrîtî bi destdirêjiya cinsî li hejmareke mezin jinan hatibû dîtin ku sûcdar e, û lê zêde kir ku ev kiryar di nav sedemên sereke yên mehkûmiyetê de bûn.
Lamî her wiha ragihand ku dosya dê ji bo Serokatiyê were şandin da ku pêvajoya pejirandina serokatiyê ya ku ji bo fermîbûna cezayê îdamê pêwîst e, bê temamkirin.

Pêvajoya  darizandinê

Di 14ê Gulanê de, Dadgeha Bilind a Sûcan a Iraqê birdar dabû ku Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî bi cezayê îdamê yê bi darvekirinê were cezakirin. Bi piştrastkirina biryarê ji aliyê Dadgeha Temyîzê ya Federal ve, doz niha gihîştiye qonaxa xwe ya dawî ya yasayî berî cîbicîkirinê.