BCF: Metirsiya karesateke mezin heye, lê Belarûs û Poland rê nadin em alîkariyê bigihînin koçberan
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) bi daxuyaniyekê ragihand ku bi nîgeranî ve li rewşa mirovî ya koçberên li ser sînorên navbera Belarus û Polandayê dinêrin, ku piraniya wan Kurd û xelkê welatê Iraqa federal in.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî da xuyakirin; her çiqas koçkirin diyardeyeke cîhanî ye, lê mixabin gelek caran tê dîtin ku karesatên mirovî diqewimin û xelkê sivîl, bi taybetî jî zarok û jin, dibin qurbanî û rûbirûyî mirin û birçîtî û êş û janê dibin. Ewê ku niha rojeva medyayên cîhanî ye, asêmayîna hejmareke mezin a koçberan e di navbera welatên Belarus û Polandayê de bêyî ti stargehekê, di bin baran û sermaya wê deverê de rojên dijwar dijîn û ligel sarbûna hewayê, metirsiya derketina karesatên mezin heye.
BCFê eşkere kir: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî weke erkekî mirovî, di nava hefteya borî de bi awayekî berdewam hewl da ku deriyekî yasayî bibîne, da ku bikare bi qasî şiyana xwe hewcedariyên sereke pêşkêşî koçberên li sînorê welatên Belarus û Polandayê bike û metirsiyên li ser jiyana wan kêm bike, ji bo vê mebestê, bi awayekî fermî ji Konsulxaneya Belarusê ya li Iraqê, ji Wezareta Derve ya Polandayê, ji Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Polandayê û Konsulxaneya Iraqê ya li Polandayê daxwaz kir, lê belê mixabin heta niha, ne tenê bersiveke erênî nedane, di heman demê de rê nadin ti rêxistineke mirovî alîkariya wan koçberan bike.”
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi soza serpirsyariya mirovî daxwaz ji welatan û rêxistinên mirovî yên navdewletî dike ku alîkar û hemaheng bin, da ku bi hev re alîkariya mirovî ji bo wan koçberan were dabînkirin û êşên wan werin kêmkirin, herwiha pêwîst e rêxistinên navdewletî tekezî li ser parastina canê wan koçberan bike û nehêlin reftarên dûrî yasa û bingehên mafên mirovan li hember wan werin kirin û demildest rêyeke çareseriyê ya guncaw were dîtin û li gor yasayan stargeheke wan hebe, da ku hewcedariyên sereke yên jiyanê ji wan re werin gihandin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin