BCF li ser daxwaza Serok Barzanî gostê 80 qurbanan li hejaran belav dike
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di cejna Qurbanê de, goştê qurbanan li ser malbatên hejar û kêmderamet ên Herêma Kurdistanê dabeş bike.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Mûsa Ehmed, îro 16ê Hezîranê di civîneke çapemeniyê de got, “Serok Barzanî ew erkdar kirine di boneyên olî û niştimanî de, bi hemahengî ligel dezgehên xêrxwazî yên Kurdistanê, hemû şiyanên xwe ji bo xizmetkirina hejar, kêmderamet û koçberan bikar bînin.
Mûsa Ehmed da zanîn: “Îsal xerciya giştî ya çalakiyên me zêdetirî 7 milyar dînar derbas kir, ku 15 hezar û 450 zarok ji projeya Zarokên Ezîz sûdmend bûn, bi buhayê 4.575 milyon dolar cilên zarokan li ser 569 zarokan hatin dabeşkirin, ligel xwarin û selikên xwarinê ji bo 500 malbatan.”
Ehmed got: “Me 80 ciwanga ji parêzgehên Kurdistanê, ji Kerkûk heta Helebce, Silêmanî, Hewlêr û Duhokê re dabîn kirine, ew ajal tên serjêkirin û dê li ser hejaran bên belav kirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin