BBC raportek li ser ‘tawanên ser’ ên çekdarên kirêkirî yên tirk belav kir

03 mijdar 2019 15:36
BBC raportek li ser ‘tawanên ser’ ên çekdarên kirêkirî yên tirk belav kir

PeyamaKurd – Dezgeha medyayî ya fermî ya îngilîz BBC li ser ‘tawanên şer’ ên çekdarên cîhadî yên ji aliyê Tirkiyê ve kirêkirî ku di êrîşên Rojavayê Kurdistanê de têne bikaranîn belav kir.

Di raporta BBCyê de vîdyo, dîmen û axaftinên çekdarên cîhadî yên bi navê SMO (Artêşa Netewî ya Sûriyê) ku tevî gotinên wan çekdaran hatine tomarkirin têne bibîrxistin û tê gotin, li hemberî kurdên sivîl tawanên şer hatine kirin.

Di raporta peyamnêrê BBCyê Jiyan Gol de sernavê; “Şerê Sûriyê: ‘Tawanên Şer’ bi kamereyan hatan tomarkirin” hat bikaranîn ku di nûçeyê de tê gotin, çekdarên kirêkirî yên ji aliyê hevpeymana NATO Tirkiyê ve hatine perwerdekirin û piştgirî bo wan tê dayîn, li ser Rojava bi ser sivîlan û termê şervanên di şer de can dane kiryarên dijmirovî encam didin.

BBCê di raportê de cî dide naveroka tomarên vîdyoyê çekdarên cîhadî yên êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê û bi mînakan, tawanên şer û kiryarên wan ên dijmirovî radixe pêş raya giştî ya cîhanê.

Herwiha di raportê de tê gotin, parêzvanên mafên mirovan ên Kurd bertekê nîşanî Amerîka û welatên Yekîtiya Ewropa didin ku li hemberî van kiryarên li dijî Kurdan têne kirin gavan navêjin.

Lînka raporta BBC li ser tawanên şer: Syria conflict: The 'war crimes' caught in brutal phone footage