Bazirganên Kurd berê xwe ji Îranê vedigerînin

26 gulan 2019 22:09
Bazirganên Kurd berê xwe ji Îranê vedigerînin

PeyamaKurd – Piştî zêdebûna girjiya navbera Îranê û Amerîkayê û dorpêçên ser Îranê, bazirganên Kurdistanê jî li bazarên nû digerin û berê xwe ji ser Îranê vedigerînin.

Rêveberê Giştî yê Wezareta Bazirganiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Newzad Edhem ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, ji ber krîza navxwe ya Îranê, îsal rêjeya bazirganiya navbera Hewlêr û Tehranê bi awayekî berçav kêm bûye.

Edhem diyar kir, niha bazirganên Herêma Kurdistanê ji bo hawirdekirina xurakan alternatîvekê bo Îranê digerin û got, çimkî piştî referanduma sala 2017ê û daxistina sînoran ji aliyê Îranê ve, bazirganên Kurdistanê ketine pey bazirganiyeke hertimî, berdewam û garantîkirî.

Herwiha aliyekî din ê vê lêgerîna bazirganên Kurd jî wekî fişarên Amerîkayê yên aborî li ser Îranê tê nîşandan ku niha rageşiya navbera Îran û Amerîkayê ji ber hebûna milîşeyên Îranê bandora xwe li Iraq û Kurdistanê jî bi awayekî berçav e.

Qebareya bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Îranê di sala 2018an de 6 milyar dolar bû, lê tê çaverêkirin ew rêje kêm bibe.