Barzanî û Pence peywendiyeke telefonî encam dan
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin û teqezî li berdewamiya hevbeş ya Amerîka û Herêma Kurdistanê û giringiya hevkarî û hamahengiya di navbera Kurdistanê û Iraqê û hebûna mekanizmaya hevbeş bo vê mebestê bi alîkariya Amerîka bo rûbirûbûna metirsiyên serhildana terorê kirin.
Di peywendiya telefonî de, Nêçîrvan Barzanî amaje bi baştirbûna peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel Hikûmeta fîdral a Iraqê û baştirbûna rewşa aborî li Herêma Kurdistanê kir û tekez kir, ku Herêma Kurdistanê amade ye hemû pirsgirêkan ligel Hikûmeta Iraqê bi riya diyalogê çareser bike û karê komîteyên di navbera her dû Hikûmetên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bi erênî destnîşan kir.
Herweha Nêçîrvan Barzanî rijdbûn di berdewamiya siyaseta Herêma Kurdistanê bo parastin û alîkarîkirina hemû pêkhateyên olî û netewî li Herêma Kurdistanê û karkirin, bo bihêzkirina kiltûra bihevre jiyanê kir û alîkarî û piştgîriya Herêma Kurdistanê bo peydakirina asayîş û avakirina navçeyên wan nîşan da, heta ku bikaribin vegerin cihên xwe.
Ji aliyê xwe ve, Mike Pence, spasiya Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê kir û rêz û pêzanînên welatê xwe bo rola pêşmerge di rûbirûbûna terorê û şikandina DAIŞê de teqez kir.
Herweha silav bo malbatên şehîdan û qûrbaniyên destê terorê şand û xweşhaliya rêveberiya Amerîka bo baştirbûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê nîşan da û teqez kir, ku Amerîka di alîkarî û piştgîriya her dû aliyan bo çareserkirina pirsgirêkan û rûbirûbûna terorê de berdewam dibe. Herweha alîkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê dike, bo alîkarîkirina awareyan û vegerandina wan bo cihên wan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin