Pompeo û Ebdulmehdî peywendiyeke telefonî encam dan
28 rêbendan 2020 13:37
PeyamaKurd- Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ser ragêşiya li herêmê peywendiyeke telefonî encam dan.
Ofîsa Serokwezîrîyê ya Îraqê bi daxuyanîyekê ragihand ku Ebdulmehdî di axaftina bi Pompeo re, êrîşa bi moşekan ya dijî Balyozxaneya America ya li Bexda şermezar kiriye.
Li gor daxuyanîyê, Ebdulmehdî bi berdewamî ji Pompeo re daye zanîn ku divê hemî alî ji serxwebûna Îraqê re rêz bigirin.
Rayedarên Îraqê dîyar kiribûn ku bi ser Herêma Kesk de, ku Balyozxaneya Amerîka jî li wir e, 5 moşek hatine avêtin û di encama wan êrîşan de bi kêmanî ve 3 kes birîndar bûne.
Dîplomatên Amerîkî piştî êrîşa moşekan hêj tu daxuyanî nedane.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Trump bi Mezlûm Kobanî re peywendiyeke telefonî encam da
15 cot 2019
Cîhan
Mesrûr Barzanî û Pompeo peywendiyeke telefonî encam dan
04 rbn 2020
Cîhan
Pempeo û Barzanî derbarê êrîsa Îranê de peywendiyeke telefonî encam dan
08 rbn 2020
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin