Barzanî û Lord Tarik Ahmed behsa girîngiya îstîqrara Herêma Kurdistanê kirin

09 berfanbar 2022 05:36
Barzanî û Lord Tarik Ahmed behsa girîngiya îstîqrara Herêma Kurdistanê kirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê bi wezîrê dewleta Îngîltere bi Lord Tarık Ahmed re behsa girîngiya îstîqrara Herêma Kurdistanê kirin. Lord Tarık Ahmed wezîrê dewleta Îngîltere yê berpirsê ji Rojhilata Navîn, Asya Başûr û Neteweyên Yekgirtî yê dewleta xwe ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Lord Tarık Ahmed gotin ku pêwiste ewlehî û îstîqrara Herêma Kurdistanê û Iraqê bên parastin. Barzanî ragihand ku têkiliyên Kurdistanê û Îngîltere di sehayên ewlehî, perwerdê, bazirganî û veberhênanê de bipêş de diçin û Îngîltere di seha dîjîtalîzebûna xizmetan de, di seha bacê de û di pêvajoya reforman de gelek alîkariya Kurdistanê kiriye.

Barzanî her weha di mijara ku berhemên çandî yên Kurdistanê ji Helepçe û Zaxoyê çawa îxrac dibin ji bo Îmrata û welatên Kendavê agahiyan da wezîr.

Barzanî û Lord Tarık Ahmed, di mijara desteka îxracata xidayê ya ji Herêma Kurdistanê bo bazara dinyayê û di veberhênanên bankayê de axifîn û wê Îngîltere karibe destekê bide Kurdistanê.