Bartholomeos: Hejmara misilmanên ku dibin xiristiyan zêde dibe
Patrîk Bartholomeos ê Patrîkxaneya Ekumenîk a Stenbolê diyar kir ku di hejmara misilmanên ku bi dilê xwe derbasî xiristiyaniya ortodoks dibin di zêdebûnê de ye.
RûpelNews - Rêberê ruhanî yê Patrîkxaneya Ekumenîk a Stenbolê Patrîk Bartholomeos, destnîşan kir ku hejmara misilmanên ku bi dilê xwe vediguherin xiristiyantiya ortodoks, bi awayekî berdewam zêde dibe.
Li gorî portala nûçeyan a ingilîzî-yewnanî Neos Kosmos, ku navenda wê li Melbourne a Awistralyayê ye, Patrîk Bartholomeos di 19ê Nîsanê de di ayîneke ku li Patrîkxaneyê li navçeya Fenerê de ragihand ku her çend dêra wî çalakiyên mîsyoneriyê yên rasterast red dike jî, di hejmara kesên ku bi dilê xwe vediguherin xiristiyaniyê de zêdebûneke berbiçav hatiye tomarkirin.
Di raportê de ji Bartholomeos tê ragihandin ku gotiye, "Patriarxî bi karê mîsyoneriyê re mijûl nabe û ti carî kesî mecbûrî guhertina olê nake" di heman demê de diyar dike ku kesên ku bi "vîna xwe" tên, nikarin bên redkirin.
"Ciwan valahiya di nav xwe de bi ortodoksiyê tijî dikin"
Bartholomeos, bi tekezkirina li ser wê yekê ku Dêra Ortodoks ji bo hemû mirovan vekirî ye, bal kişand ser meyla zêde ya di nav ciwan û kesên xwendî de ji bo vegera li baweriya ortodoksiyê û di vî warî de wî ji xwendevanên xwe re got, "Ew di hundirê xwe de valahiyekê hest dikin û wê bi xirîstiyantiyê, bi taybetî jî bi ortodoksiyê, tijî dikin."
Bartholomeos destnîşan kir ku li Stenbolê, katolîk û mesîhiyên Incîlî her wiha gelek ne mesîhiyan vaftîz dikin û lê zêde kir ku Dêra Ortodoks jî hejmareke berbiçav a mirovan qebûl dike, lê vê yekê bi nêzîkatiyeke pîvandî dike.
Patriark I. Bartholomeos, ku ji sala 1991an vir ve wekî rêberê ruhanî yê Patrîkxaneya Ekumenîk a Stenbolê kar dike û di sala 1940î de li Gokçeadayê ji dayik bûye, Bartholomeos, ku di sala 1940î de li Gokçeadayê ji dayik bûye, tekez kir ku cewhera hevgirtî ya dêra ku ew pêşengiya wê dike, "Yewnanî, flaman, karpato-rûs, ukraynî, fransî, koreyî û her kesê din ê ku mirov dikare bifikire" di nav xwe de dihewîne. (Çavkanî: DW)
