Kardînal Sako: Hejmara xiristiyanên Iraqê ji sedî 4an daketiya ji sedî 1ê

24 îlon 2023 19:36
Kardînal Sako: Hejmara xiristiyanên Iraqê ji sedî 4an daketiya ji sedî 1ê

PeyamaKurd – Serokê Dêra Keldanî li Iraq û Cîhanê Kardînal Louis Rafael Sako, ragihand ku li Iraqê hejmara xiristiyanan ji ber sedemên cuda ji sedî 4 daketiye sedî 1ê û koçberî welatên din bûne.

Di gotara li ser navê Kardînal Sako li ser malpera fermî ya Patrîkxaneya Keldanî hatiye belavkirin de, tê gotin ji sala 2003yan ve hejmara xiristiyanên Iraqê ji sedî çaran daketiye ji sedê yekê nifûsa giştî ya Iraqê.

Sako dide zanîn, pêla koçberbûna xiristiyanan dema hilweşîna rejîma Sedam Hisên di 2003yan de dest pê kiriye û bi dagirkirina Mûsilî ji aliyê DAIŞê ve jî pêla koçberbûnê hîn zêdetir bûye.

Sako, daye zanîn ku xiristiyan ji ber sedemên ewlehîyê, aborî, êlparêzî û sedemên din ên civakî neçar dimînin koç bikin.

Louis Rafael Sako bibîr xistiye ku li Mûsil û Bexdayê gelek bawermendên xiristiyan hatine revandin û qetilkirin, li Mûsil, Bexda û Besrayê 85 dêr hatine teqandin û 23 hezar avahî û xaniyên wan jî ji aliyê komên cuda ve hatine dagirkirin.