Baroya Diyarbekirê: “Em ji we natirsin”
PeyamaKurd - Baroya Diyarbekirê, li ser gotinên Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu, ragihand ku "Baroya Diyarbekirê li ser vê oxirê bedelên giran dane. Herî dawî serokê xwe bi sûîqesteke qelaşî ji dest daye."
Baroya Diyarbekirê, li ser gotinên Soylu yên: "Ez vê eşkere bibêjim ku nirxandinên qelaşî têne kirin. Niha doh li Diyarbekirê, Odeya Bazirganî û Sanayiyê û Baroya Amedê jî tê de, peyrevên PKKê ne. Gelekî eşkere dibêjim, Baroya girêdayî PKKê ye" daxuyaniyek weşand.
Desteya Rêveberiya Baroya Diyarbekirê li ser daxuyaniyên Soylu bal kişand ser têkoşîna hiqûqî ya mafên mirovan a baroyê ku li qada navnetewî deng daye û got, "Baroya Diyarbekirê li ser vê oxirê bedelên giran dane. Herî dawî serokê xwe bi sûîqesteke qelaşî ji dest daye."
Baroya Diyarbekirê diyar kir, ku wan bi fedakarî têkoşîna mafan, hiqûq û pirsgirêkên civakî daye û îro jî ji zimanê gefxwarinê re bejna xwe natewînin û bêdeng namînin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ji bo vê terza jîtemwarî ya Suleyman Soylu bersiva Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê Tahir Elçî ku hatibû kuştin, ‘Min ji axayên we û generalê we re serî netewand, ma ez ê ji we bitirsim' bi bîr tînin.
Di berdewamê de hat ragihandin: "Em jî ji we natirsin…Rêzdar Soylu heger tu li pişt îdiayên xwe bî, çi pêwîst e bike. Em li avahiya baroyê wekî endamên rêveberiyê li benda tîmên we yên têkoşîna terorê û dozgerên we ne. Em li cihê ku we Tahir Elçî ji me standiye ne.."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin