Baroya Amedê: Divê Enfalê wekî jenosîd bê naskirin

14 nîsan 2026 13:36

Baroya Amedê, di 38emîn salvegera jenosîda Enfalê de ragihang ku, kurd bi zanebûnî bi çekên kîmweyî û çekên giran hatin armanckirin. Baroyê bang li hêzên navdewletî kir ku Enfal wekî jenosîd bê naskirin.

Baroya Amedê: Divê Enfalê wekî jenosîd bê naskirin

RûpelNews - Baroya Amedê derbarê komkûjiya Enfalê de, ku di navbera salên 1986 û 1988an de ji aliyê rejîma Baasê ya Iraqê ve li dijî kurdan hatibû meşandin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, bi taybetî di êrîşên li Helebcê û cihên din de, bi deh hezaran kurdên sivîl - jin, zarok û kal û pîr jî di nav de - jiyana xwe ji dest dan, gund hatin rûxandin, çekên kîmyewî hatin bikaranîn, û li herêmê gelek gorên komî hatin çêkirin.

“Kurd wekî xenîme dihatin dîtin”

Baroyê destnîşan kir ku peyva "Enfal" di Erebî de tê wateya "ganîmatên şer" û diyar kir ku hilbijartina vî navî nîşan dide ku kurd bi awayekî sîstematîk dihatin armanckirin.
Di daxuyaniyê de Baroyê tekez kir ku êrişên Enfalê di bin hiqûqa navneteweyî de bi awayekî eşkere jenosîd û sûcên li dijî mirovahiyê ye, û destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî vê pêvajoyê wek jenosîd nas bike. Hat ragihandin ku ev sûc ne tenê li dijî kurdan, lê li dijî tevahiya mirovahiyê hatiye kirin.

“Berpirsên kokûjiyê nehatin darizandin”

Baroyê her wiha destnîşan kir ku, tevî derbasbûna salan, beşeke girîng a sûcdarên komkujiyê nehatine darizandin û dadmendî bi tevahî pêk nehatiye. Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku divê berpirsiyar li ber dîrok û wijdanê bên darizandin.
Baroyê komkûjiya Enfalê şermezar kir û rêzgirtinek bi bîranîna kesên ku jiyana xwe ji dest dane nîşan da. Di daxuyaniyê de her wiha ji gel re hat ragihandin ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin da ku van sûcan ji bîr nekin û bibin dengê şahidên komkujiyê.