Baroya Amedê ji ber 'tûrikên zer' serî li dadgehê da

25 tebax 2026 13:08

Baroya Amedê derbarê vekirina 'tûrikên zer' a ku li dijî alîgirên Amedsporê ji aliyê alîgirên Kocaelîsporê de hatin vekirin bi mebesta cizakirina berpirsan serî li dadgehê da.

Baroya Amedê ji ber 'tûrikên zer' serî li dadgehê da

RûpelNews - Di hefteya duyemîn a Super Lîgê ya Tirkiyeyê de, vekirina 'tûrikên zer' ku wek gefa mirinê gê destnişnakirin li dijî tribûnên Amedsporê û gotinên nîjadperestî yên alîgirên Kocaelîsporê bûn sedema bertekan.

Baroya Amedê ragihand ku li dijî kesên berpirs ên di vê bûyerê de gilînameyeke cezayî tomar kir û serî li dadgehê da.

Di daxuyaniyeke ku ji aliyê Baroyê ve hat weşandin de hat gotin ku ev çalakî wêneyên pevçûn û tundûtûjiyê anîne bîra mirovan û gefek e li dijî aştiya civakî.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi hinceta sucên meyartiya gel, tehdekirina gel û geflêxwarinê doz hatine vekirin.