Baregeha Serok Barzanî bersiva Ebadî da...
PeyamaKurd - Baregeha Serok Barzanî bersiva serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî ya derbarê Kerkûkê, Pêşmerge û gelê Kurdistanê de da.
Di daxuyaniya bersivdayînê de wiha hate gotin:
Serokê yek ji firkisyonên di nava Parlamentoya Îraqê de Heyder Ebadî, di hevdîtinekê de li gel telefizyona Dicle, ku roja Şembîyê 23/3/2019 belav bibû. Cihê mixabiniyê ye hinek qezawet û û axivtin ên ne bi cih li ser Kerkûk û gelê Kurdistanê kiribûn, ku mebest û armanc a wî têkdana wê seqaya erênêî ye ku li piştî hilbijartinên Îraqê di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê çêbibû û bo armancên takekesî ev axivtin kirîne.
Bo hemû alîyekê xuyaye ku pêkhateyên Îraqê di hilbjartinên borî de, Ebadî û hemû kesên din jî sizadan ku, biniyeta şerê navxweyî dirustbikin û pêkvejiyanê têkbidin û li hember gelê Kurdistan kerba ji dil û kîndar bû û bipîkirina destûrê tawan li Kerkûkê û Dozê encam daye. Di hemna demê de gelê Kurdistanê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, padaşta xelat a pêşmerge û berevanê ên Kurdistanê kir.
Ebadî kesekî bê wefa bû beranber Pêşmerge û gelê Kurdistanê. Eger Pêşmerge neban kesekî wek wî ti caran Mûsil nedidît daku serkevtina bi ser DAIŞê re li Mûslê bo xwe bidize û xwe pê hilkêşe û binase.
Ji alî yê gel ê Kurdistanê ve, Ew alî yên ku Ebadî wan bi tundrew û wesif dike, alî yên nîştîmanperwer û dilsojin û Ew ên tensîq û rêkkevtin bi Ebadî re kirine, Xayîn û welatfiroşin. Ew a li ba me girinege. Nerîn û dîtin a gel ê Kurdistanêye û hilsengandi xelk ên kîndar û kerb ji dil ti beha nîne.
Hêzên Pêşmerge jî çawa xewnên neyar û rijêmên ber xistn gorê , weha jî bi qehremanî ya xwe pîlanên genî yê Ebadî jî xistin gorê û Ebadî ji her kesî baştir dizane ka Pêşmergey çi bi serê wî û pîlanên wî anîye.
Divê hemû alîyek wê yekê bizane ku niha rewşeke din li Îraqê heye û nabe rola kesên zikreş û yasaşikên hebe qonaxa niha, qonaxa berpirisyarîyê û bihêzkirina binemayên bi hevre jîyanê û çespandin a hevpişkî, hevsengî û tewafiqê ye li Îraqê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin