Baregeha Barzanî îdiayên rêkeftina madeya 140 bi Elawî re red kir
PeyamaKurd - Baregeha Serok Mesûd Barzanî derbarê nûçeyên ku îdia dikirin di navbera Serok Barzanî û siyasetmedarê Iraqê Eyad Elawî de, li ser pirsa madeya 140 rêkeftinek hatiye kirin, bi daxuyaniyeke ronîkirinê ew îdia red kir.
Deqa ronîkirinê ya Baregeha Barzanî:
Beşek ji kenalên ragihandinê nûçeyeke nerast belav kirine, ku di dawî hevdîtina Serok Barzanî û birêz Eyad Elawî de behsa destkarîkirina di madeya 140 a destûra Iraqê de û egerên guhartina destûrê hatiye kirin û Serok Barzanî rizamendiya xwe li ser destkarîkirina di madeya 140 de derbiriye.
Di dema wê nûçeya nerast red dikin, wê yekê jî ronî dikin, ku gelê Kurdistanê dizane Serok Barzanî berevanîkar û xemxwarê rasteqîne yê xal û gelê Kurdistanê û mafên wî yên rewa ye û ti carî jî sazişê li ser wan maf û destkeftan nake.
Serok Barzanî di çendîn bone de bi ronî ragihandiye, her guhartinek di destûrê de bê kirin, nabe ji mafên rewa yên gelê me û taybetmendiya Herêma Kurdistanê kêm bike. Hemû xelkê Kurdistanê jî gelek baş dizane kî saziyê dikin.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Baregeha Barzanî
03. 11. 2019

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin