Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyê banga rawestandina êrîsan kir
22 cotmeh 2021 00:03
PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyê, zêdebûna tundiyê û êrîşên li Sûriyê şermezar kir û bang li hemû aliyan kir ku li gorî agirbestê tevbigerin.
Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Amerîka zêdebûna tundiyê û êrîşan li Sûriyê şermezar dike. Em bang li hemû aliyan dikin ku li gorî agirbestê tevbigerin, yekser dawiyê li aloziyê bînin û beriya her tiştî jî sivîlan biparêzin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 20ê Cotmehê li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê droneke Tirkiyê êrîşek biribû ser otomobîlekê û tê de 2 kes hatibûn kuştin û 3 jî birîndar bûbûn ku kesên sivîl û endamên rêveberiya xwecihî bûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ji Balyozxaneya Amerîka ya Samê peyama 2025an bo gelê Sûriyê
01 rbn 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin