Ji Balyozxaneya Amerîka ya Samê daxuyaniya Rûsya û Sûriyê

13 mijdar 2024 22:09
Ji Balyozxaneya Amerîka ya Samê daxuyaniya Rûsya û Sûriyê

PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîkî ya Sûriyê, derbarê êrîşên hêzên Sûriyê û Rûsyayê li ser sivîlên Bakurê Sûriyê de, daxuyanî da.

Balyozxaneyê ragihand, hêzên rêjîma Sûrî û Rûsyayê di armanckirina sivîlan de li Bakurê Sûriyê berdewam in.

Ev daxuyanî, îro 13ê Mijdarê di salvegera êrîşa balafirên Rûsyayê ya 13ê Mijdara 2017an a bi ser bajarê  El-Etarib ê Helebê de hatibû kirin û 57 kes hatibûn kuştin û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûbûn, hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrîşên rêjîma Sûrîyê û Rûsyayê berdewam dikin û bûne sedema kuştina bi sedan kes û jêrxaneyan li herêmê. Herwiha daxwaz hate kirin û hate gotin, Amerîka piştevanê daxwazên gelê Sûriyê ye.