Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê bang li welatan kir

08 mijdar 2022 15:37
Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê bang li welatan kir

PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê, ji bo hemwelatiyên yên li kampên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê ne vegerînin, bang li welatan kir.

Li gor Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê li ser twitterê de eşkere kir, şandek ji çend ajansên Amerîkî dawiya hefteya borî serdana Kampa Holê li bakurê rojhilatê Sûriyê kir.

Herwiha Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê eşkere kir ku ev serdan ji bo "goftûgokirina operasyonên vegerê" hat encamdan û behsa bi hezaran malbatên biyanî li Kampa Holê kir.

Şandeyê bi Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re, rêyên pêşkêşkirina alîkariyê û pêwîstiyên ewlehiyê li herêmê gotûbêj kirin.

Herwiha Balyozxaneyê destnîşan kir ku ew hemû welatên ku welatiyên kampên wan li bakurê rojhilatê Sûriyê hene, teşwîq dike ku ji bo çareseriyên mayînde bi wan re kar bikin.