Balyozê Rûmetê yê Ukraynayê yê li Hewlêrê li hember Rûsyayê çek hilgirt
PeyamaKurd – Balyozê Rûmetê yê Ukraynayê yê li Hewlêrê ku welatiyê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, li dijî Rûsyayê bi çeka xwe tevlî şerê li Ukraynayê bû.
Li gor zanyariyan, Ferhad Elî Şakir ji Ukraynayê di warê endezyariyê de xwediî bawernameya doktorayê ye û videoyekê çek hilgirtiye û dibêje ew ê berevaniyê di ber welatê xwe yê duyem Ukrayna de bike.
Herwiha Ferhad Elî Şakir di axavtina xwe bang li çekdarên Sûrî dike, ku li kêleka hêzên Rûsî beşdariyê di êrîşa li ser Ukrayna de dikin û ji wan dixwaze vê yekê nekin û li ser xakekê ku ne xaka wan e, canên xwe ji dest nedin.
Ferhad Elî Şakir destnîşan dike: “Ez Ferhad Elî Balyozê Ukrayna yê Hewlerê li Herêma Kurdistanê. Ez jidayikuyê Sûriyê me. Hey kirêgirtiyên Sûrî, we canê xwe ji bo kê firotine? We canê xwe ji bo şeytan firotiye. Dê gelê Ukraynayê heta dilpa dawî ya xwînê şer bike. Wê berevaniyê di ber xak, gel û namûsa xwe bike. ji ber wê yekê jî ez daxwazê ji we dikim ku hûn vegerin, daxwazê ji we dikim hûn xwe radestî artêşa Ukraynayê bikin, heta ku hûn canê xwe ji dest nedin. Hûn ê gorekî ji xwe re li vir nebînin. Wê ev der ji we re bibe goristaneke bikom. Wê dawiya we dojeh be. Bijî Ukrayna, silav Ukrayna.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin