Balafirên ser ên Rûsyayê li Rojava ne!

03 berfanbar 2022 18:27
Balafirên ser ên Rûsyayê li Rojava ne!

PeyamaKurd – Balafirên şer ên Rûsyayê hejmareke zêde ya moşekan êrîşî bajarokên Efrîn û Marê yên di bin kontrola Tirkiyê de kirin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, balafirên Rûsî li ser esmanê bajarokên Efrîn û Marê yên di bin kontrola Tirkiyê û hêzên çekdar ên di bin fermana wan de ne, firîn û moşek li nêzîkî van bajarokan ketin.

SOHRê derbarê sedema avêtina moşekan de tu agahî parve nekir, lê diyar kir, ev gule bi firîna 8 balafirên şer ên Rûsyayê re li ser herêmê pêk hatiye.

Tirkiye jî dixwaze heman operasyona bejayî bike, lê Rûsya û Amerîka li dijî wê ne.

Li aliyê din Rûsya piştevana sereke ya rejîma Sûriyê ye û bi salan e şerê hinek komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê dike.