Balafirên Rûsî li Derya Res rêgirî li balafira Amerîkî kirin
30 tebax 2020 14:10
PeyamaKurd – Wezareta Bergiriya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku li avên Derya Reş du balafirên Rûsî rêgirî li balafira wan a bombardimanê ya cureya B-52 kiriye.
Fermandariya Ewropa ya Pentagonê ragihand ku bûyer 28ê Tebaxê roja Înê beriya nîvro li demjimêr 11:19 rû daye û li ber balafira B-52 ya Amerîkî ku li ser avên navdewletî yên Derya Reş difiriya ji aliyê du jetên Rûsî ve rêgirî hatiye kirin.
Hat diyarkirin ku du balafirên Rûsî yên S-27 bi qasî 30 metroyî nêzî balafira wan bûne û bi awayekî bê ewle ne profesyonel firiyane.
Pentagonê bûyer wekî karekê ‘ne hewce û bi xeter’ bi nav kir û bang li aliyê rûsî kir dûrî çalakiyên wiha bisekinin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Balafirên Amerîkî rêgirî li 4 balafirên Rûsî kirin
28 hzr 2020
Jiyan
Balafirên NATOyê rêgirî li balafirên Rûsî kirin
01 gln 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin