Çarenivîsa balafira Rûsî ya winda diyar bû: Tevî 28 rêwiyan ketiye deryayê
06 tîrmeh 2021 18:51
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku balafira rûsî ya cureya AN-26 ku 28 rêwî tê de bûn û winda bûbû, hatiye dîtin.
Li gorî ragihandina berpirsên rûsî balafir li herêma Kamchatka piştî pêwendî pê qut bûye û ketiye nav deryayê.
Berpirsên Xizmetguzariya Hawarhatinê ya Rûsyayê belav kirine ku balafira cureya (AN - 26) li herêma Kamchatka li girekî ketiye û ketiyee nava deryayê.
Berpirsan diyar kiriye, dema li wî girî ketiye, bûye du perçe û agir pê ketiye û ji ber wê jî tê pêşbînîkirin ku ti kesek ji karmendên firokeyê yan rêwiyan ji mirinê rizgar nebûbin.
Wezareta Xizmetguzariyê daye xuyakirin, 22 rêwî ku 1 ji wan zarok û 6 karmend di balafirê de hebûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Polonyayê cara duyemîn balafira ser a Rûsî asteng kir
30 cot 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin