Balafirên Îsraîlê li mala fermandarê pilebilind ê Hemasê xist

16 gulan 2021 12:14
Balafirên Îsraîlê li mala fermandarê pilebilind ê Hemasê xist

PeyamaKurd – Balafirên şer ên Îsraîlê malê fermandarên Hemasê hedef girtin.

Hat ragihandin ku hêzên asmanî yên Îsraîlê di operosyanên asmanî yên bi ser pêgehên Hemasê de, mala fermandarê Tabûra Al Farkaîn ê Hemasê, Xalid Manamara li Xezeyê kir armanc.

Artêşa Îsraîlê derbarê wê operasyonê wiha got: "Balafira me ya şer, li mala fermandarê tabûra Al Farkaîn a rêxistina terorîst Hemasê, Xalid Manamara xist.”