Balafirên Amerîkayê baregeha Hizbûllah û Hesda Seibî bombardiman kir
30 berfanbar 2019 02:24
PeyamaKurd – Hat ragihandin, piştî êrîşa ser baregeha Amerîkayê ya li Kerkûkê, balafirên bêmirov ên Amerîkayê li sînorê Iraqê 3 caran baregeha Hizbullahê ya Qaîmê bombardiman kirin ku di êrîşê de hejmarek kuştî û birîndar çêbûn û Lîwaya 45an jî xisar dît.
Li gorî nûçeya televizyona Al Mayadîn a Lubnanê piştî êrîşê hemû baregehên hizbullahê ku ligel Heşda Şeibî ne, ketine rewşa amadebaşiyê.
Hat diyarkirin ku armanca êrîşa ezmanî ya Amerîkayê yekîneyên taybet ên Hizbûllahê bûn.
Dîsa hat îdiakirin ku piştî 3 êrîşan balafirên Amerîkî hewla êrîşa çaran jî kirine ku ev bersiva Amerîkayê piştî êrîşa ser baregeha K1ê ya Amerîkiya li Kerkûkê tê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Balafirên B-1B yên Amerîkayê li Baregeha Încîrlîkê danîn
01 mjd 2023
Jiyan
Amerîkayê êrîsa Hesda Seibî ya ser baregeha PDKê bi tundî sermezar kir
18 cot 2020
Cîhan
Bi balafirên nenas baregeha Hesda Seibî hat bombe kirin
22 îln 2019
Cîhan
Bi balafirên bêmirov êrîsî baregeha Hesda Seibî kirin
19 trm 2019
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin