Balafireke bêpîlot li navenda bajarê Qamislo otomobîlek bombe kir
09 mijdar 2021 21:49
PeyamaKurd - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê otomobîlek bû armanca êrîşa balafireke bêpîlot a Tirk (SÎHA) û agir pê ket.
Hat ragihandin ku otomobîleke sivîl, îro 9ê Mijdarê danê êvarê li taxa Hilêliye ya bajarê Qamişlo ji aliyê SÎHAyeke Tirk ve hatiye bombekirin. Li gorî zanyariyan 3 kesên di nav otomobîlê de bûn can dan, lê navê wan û erkên wan hîn nehatiye zanîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, balafirên bêpîlot ên Tirkiyê beriya niha jî otomobîlên sivîl û leşkerî li nav erda Rojavayê Kurdistanê kiribûn armanc û hejmarek kes di wan êrîşan de hatibûn kuştin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Navenda bajarê Qamislo ji aliyê Artêsa Tirkiyê ve hat bombebarankirin
24 mjd 2022
Jiyan
Gallant: Artêsa Îsraîlê ket navenda bajarê Xezzayê
08 mjd 2023
Jiyan
Amerîkayê li Sûriyê balafireke bêpîlot a Îranê xist xwarê
15 sbt 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin