Balafira nasname nediyar êrîs kir baregeha Îranê ya Dêrezorê
28 îlon 2019 21:47
PeyamaKurd- Balafireka nasnama wê nediyar, êrîş bir ser noqteya leşkerî ya Îraniyan ku li Dêrezorê ye. Baregeha leşkerî ya Îranê nêzî sînorê Iraqê li Ebû Kemalê ya bi ser bajarê Dêrezorê ye. Êrîşa ser hêzên Îranê do bi şev çêbû. Ev cara çarê ye ku di vê mehê de, êrîş diçe ser noqteya leşkerî ya Îranê ya Dêrezorê.
Grûbên biyanî yên ku diçin Sûriyê da alîkariyê bidin Sûriyê, piraniya wan li Dêrezorê dicivin û fermandarên Îranê perwerdeya wan ya leşkerî dikin.
Balafira ku vê carê êrîş bir ser noqteya leşkerî ya Îraniyan, heya niha nasnameya wê aşkera nebûye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Êrîskerên nasnameya wan nediyar 11 polîsan kustin
22 hzr 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin