Amêdiyê | PKKê êrîsî baregeha Tirk kir: Herêm bi balafiran hat bombebaran kirin
03 tîrmeh 2022 01:39
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Şemiyê baregeheke Tirkiyê ya li qezaya Amêdiyê rastî êrîşeke PKKê hat û piştî wê êrîşê balafirên şer ên Tirkiyê herêm bombebaran kirin.
Li gorî ragihandina qeymeqamê Amêdiyê Warşîn, îro 2ê Tîrmehê piştî nîvro, baregeheke artêşa Tirkiyê yê nêzîkî gundê Latka yê li Şêladizê ji aliyê PKKê ve hat topbarankirin.
Hat diyarkirin ku ti zanyarî derbarê ziyanên wê topbaranê nehatine zanîn.
Herwiha piştî topbarana baregeha artêşa Tirkiyê, balafirên şer ên Tirkiyê li asmanê deverê geriyan û derdora Amêdiyê, Şêladizê, Sîryê û Kiwanê bombebaran kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Bi roketan êrîsî baregeha leskerî ya Tirk kirin
01 sbt 2023
Cîhan
Rojava: Tirkiyeyê, êrîsî baregeha hevpar a Rusya û HSDê kir
24 mjd 2022
Jiyan
Bi mosekan êrîsî baregeha Tirkiyê kirin
16 rbn 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin