Bi mosekan êrîsî baregeha Tirkiyê kirin

16 rêbendan 2022 13:25
Bi mosekan êrîsî baregeha Tirkiyê kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şevê din 15ê Çileyê 3 moşek bi ser baregeha leşkerî ya Tirkiyê Başika ya li parêzgeha Nînowayê hatin avêtin ku di nav sê rojên dawî de êrîşa sêyemîn a bi ser wê baregehê de ye.

Li ser malpera Dijeterora Kurdistanê hatiye ragihandin ku 3 moşek bi ser baregeha Zêlkanî ya artêşa Tirkiyê ya li naehiyeya Başîk a li parêzgeha Nînowayê hatine avêtin û hêzênTirkiyê jî berisva wan êrîşan daye.

Herwiha medya Tirk jî eşkere kiriye ku moşekên hatine avêtin cûreyê katyûşa ne û 5 moşekên neteqîyayî yên107 milîmetrî yên Fajr-1/Haseb ên ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin jî hatine dîtin.

Li gorî zanyariyan ti ziyaneke madî û canî di encama wê êrîşa moşekî de çênebûye.