Balafira jet ya Amerîkayê ket

12 berfanbar 2023 02:31
Balafira jet ya Amerîkayê ket

PeyamaKurd – Balafirekî Amerîkayê ya F-16 nêzî nîvgirava Kore ket. Baregeha hewayî ya Amerîkayê ya Kunsanê bûyerê ragihand û got:

“Di wexta fira xwe de, li Derya Zer piştî rewşekî lezgîn ket. Pîlot, berya balafir bikeve xwe di rêya kursiyê avêtinê de avêt û rewşa tenduristiya wî baş e.”

Baregeha hewayî dikeve başûrê payîtexta Kore Seûlê û 180 km jê dûr e.