Balafira Îranê ket…

02 hezîran 2018 17:14
Balafira Îranê ket…

PeyamaKurd- Li gor ajansa dewleta Îranê Tasnîm ragihand ku li bajarê qedîm yê Îranê li Îsfahanê, nêzî gundê Destjerdê balafireka leşkerî ya jet ket. Sedema ketina balafira jete nehat diyarkirin.

Tasnîm ragihand ku di derbarê kesên di balafirê û halê balafirê de tiştek nayê zanîn. Tîmên rewşa lezgîn yên alîkariyê hatin şandin bo ciyê bûyerê.