Balafira bê mirov bû sedema mirina serokê îstîxbaratê
13 rêbendan 2019 21:51
PeyamaKurd- Serokê îstîxbarata leşkerî yê Yemenê Muhammed Salih Tamah, roja pênşema borî, Hûsiyan bi dronê (balafira bê mirov) lê dabûn û di êrîşê de giran birîndar bû bû. Êrîş li başûrê bajarê Lahîcê çêbû.
Salih Tamah biribûn bo nexweşxaneyeka li Adenê da birîna wî derman bikin. Lê tedawî bersiva birîna wî neda û li nexweşxanê mir.
Di merasima li bajarê Lahîcê de, di dema merasimê de Hûsiyan bi dronê êrîş biribûn ser merasimê. Di êrîşê de 4 leşker hatibûn kuştin û di ser 10 kesan de birîndar çêbûn. Di nav birîndaran de serokerkanê Yemenê Tumgeneral Abdullah En-Nahi, cîgirê wî Salih Ez-Zendanî, waliyê Lahicê Ahmed Et-Turkî û serokê îstîxbarata leşkerî Muhammed Salih Tamah hebûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ketina balafira Rûsyayê bû sedema mirina 13 kesan û 19 birîndaran
18 cot 2022
Jiyan
Lehî bû sedema mirina 24 mirovan
20 tbx 2020
Cîhan
Li Wanê gaza karbonmonoksîta ku ji sobê derket, bû sedema mirina kesekî
27 sbt 2025
Koçber
Li Kongoyê nexwesînekî ku nayê zanîn, bû sedema mirina 143 kesan
03 brf 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin