Bafil û Lahûr bi fermî bûn hevserokên YNKê
18 sibat 2020 21:24
PeyamaKurd – Piştî ku Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) derbasî sîstema hevseroktiyê bû, hatibû belavkirin ku Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî dibin hevserokên partiyê, lê bi fermî nehatibû ragihandin.
Di civîna îro ya Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de, bi fermî Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî wek hevserok hatin diayarkirin.
Endamên Encûmena Serkirdatiya YNKê îro careke din bi heman mijara hevseroktiyê civiyan û bi fermî ragihandin ku Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî hevserokên YNKê ne.
Hejmarek serkirdeyên YNKê yên berê li dijî sîstema hevseroktiyê derdikevin. Herwiha gelek kes jî dibêjin, heger sîstema hevseroktiyê hebe, pêwîst e yek ji hevserokan jin be.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Rojhilata Navîn
Bakirhan: Tirkî zimanê fermî ye, ev ne cihê nîqaşê ye
05 sbt 2026
Rojhilata Navîn
Şîeyan 48 saet wext dan PDK û YNKê: ‘Li hev bikin’
03 sbt 2026
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin