Bafil Talebanî: Kurdistan ne qada şer e
Serokê Yêkîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, derbarê ‘şerê Îranê’ de got; rast e ew î li gel Trumpî axiviye. Talebanî da zanîn ku, di şerê Îranê de Kurdistan ne beşek ji şer e lê dikare wekî cihê dîplomasiyê rol bilîze.
RûpelNews - Serokê YNKê ji Fox News a Amerîkî re axivî. Talebanî, li ser rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya pevçûna ku di navbera Îran, Îsraîl û DYAyê de gur dibe de got ku divê herêm nebe beşek ji pevçûnê, lê belê bibe pireke dîplomatîk a ku dikare aloziyan kêm bike.
Talabanî her wiha di hevpeyvînê de piştrast kir ku wî rasterast bi Serokê berê yê DYAyê Donald Trump re hevdîtin kiriye, û Trump wekî 'gelekî aram û pir bi bandor' nirxand.
Hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Îranê re
Serokê YNKê her wiha eşkere kir ku wî bi Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî re hevdîtin kiriye. Talabanî got ku dîplomatê Îranî ji ber şerê berdewam "bêhêvî" xuya dikir.
Talabanî her wiha ew tawanbarî red kirin ku pevçûnên bi Îranê re tên veguhestin bo Herêma Kurdistanê, û tekez kir ku herêm ne beşek ji vê aloziyê ye.
'Diplomasî li ser devê kêrê ye’
Talebanî, di nirxandina pêvajoya şer de got ku dibe ku pêvajoya şer dirêj bibe û dîplomasî niha li ser devê kêrê ye, guhertina rejîmê li Îranê di demek kurt de ne mimkun xuya dike.
'Kurd dikarin aloziyê kêm bikin'
Li gorî Talebanî, Herêma Kurdistanê xwedî cihekî taybet e. Talebanî, destnîşan kir ku Herêm hem hevalbendeke sereke yê Amerîkayê ye û hem jî têkiliyên cîranî û aborî bi Îranê re diparêze.
