Baerbock: Em nahêlin Rûsya bi rêya vî serê derxistiye cîhanê ber bi birçîtiyê ve bibe
PeyamaKurd – Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock bi daxuyaniyekê diyar kir: “Em weke welatên G7, nahêlin Rûsya ji ber vî şerê ku li dijî Ukraynayê dimeşîne, cîhanê rûbirûyî birçîtiyê bike.”
Li gor Annalena Baerbock di civîneke çapemeniyê de ligel hevtayê xwe yê Amerîkî Antony Blinken da zanîn: “Peyama me weke welatên G7, zelal û eşkere ye. Em nahêlin Rûsya bi rêya vî şerê derxistiye, cîhanê ber bi birçîtiyê ve bibe.”
Herwiha Baerbock eşkere kir, ew ligel Amerîkayê pêngavan diavêjin û got: “Em tevî dostên xwe yên navdewletî, bi hev re çavdêriya pêngavên Rûsyayê dikin, ku bi rêya derxistina qeyrana genim, hemû welatên cîhanê rûbirûyî neseqamgîriyê kiriye û li cîhanê bûye sedema bilindbûna bihayê xurekê.”
Di berdewamiyê de Wezîra Karên Derve ya Almanyayê tekez kir, welatên xwediyê pîşesaziya bihêz, li dijî şerê Rûsya yê bi ser Ukraynayê de, berpirsyariyeke mezin dikeve stûyê wan.
Herî dawî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî dorpêça Rûsyayê ya li ser genim û berhemên xurekê yên Ukraynayê şermezar kir û got: “Ji bo dakokîkirina nirxên xwe yên hevbeş, em bûne yek. Em ji bo berevaniya mafên mirovan, demokrasî û yasayên navdewletî, bûne yek.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin