Azerbaycan: Ermenistanê êrîsî mewzîyên Nexçîvanê kir
16 hezîran 2024 15:07
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê ragihand ku leşkerên Ermenistanê gule bi ser mewziyên Azerbaycanê yên sînorên Nexçîvanê de reşandine.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Azerbaycanê, leşkerên Ermenistanê li gor dema herêmê 00:50 gule bi ser mewziyên wargeha Şada ya herêma Nexçîvan a bajarê Şahbuz de reşandine.
Hate diyarkirin ku leşkerên Azerbaycanê jî berrsiva êrîşê dane. Li gorî daxuyaniyê di nav 3 rojên dawî de leşkerên Ermenistanê 4 caran gule bi ser hêzên Azerbaycanê de reşandine û ew yek wekî çalakiyên provokatîf hate pênasekirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin