Axios: Amerîka û Îran ji bo agirbestê di danûstandinan de ne
Malpera "Axios" a amerîkî li ser zarê sê berpirsên payebilind ên Amerîkayê eşkere kir ku Washington û Tehran mijulî nirxandina projeyeke rêkeftinê ya nû ne ji bo kêmkirina aloziyên li herêmê.
RûpelNews - Roja Çarşemê 1ê Nîsana 2026an, malpera Axios ragihand ku naveroka rêkeftina pêşniyarkirî ji ragihandina "agirbesteke giştgir" pêk tê. Di beramber de, divê Îran pabend bibe bi vekirina Tengava Hurmuzê bi rûyê hatûçûna keştiyan de û misogerkirina ewlehiya vî rîrewa avî ya stratejîk.
Ev hewildana dîplomatîk di demekê de ye ku Tengava Hurmuzê yek ji girîngtirîn xalên cîhanî yên veguhastina enerjiyê ye. Her cure rêkeftinek di vî warî de dê bibe sedema kêmkirina metirsiyên şer û aramkirina bazara neftê li ser asta cîhanê.
Heta niha ti aliyekî fermî ji Amerîka an Îranê hûrguliyên van gotûbêjan bi awayekî fermî piştrast nekirine.
