Awrûpa wê nehêle perê Libra ya Facebookê bê bikaranîn

14 îlon 2019 01:57
Awrûpa wê nehêle perê Libra ya Facebookê bê bikaranîn

PeyamaKurd- Fransa û Almanya ragihandin ku di mijara bikaranîna perê Facebookê kripto ku perê wê Libra ye, wê li Ewrûpayê nê bikaranîn. Her dû dewlet di mijarê de lihev kirine. Ev jî Facebookê xistiye şokê. Di mijarê de wezîrên darayî yên Fransa û Almanya beyaneka hevpar belav kirin. Di beyanê de dibêjin:

“ Ti rêxistineka taybet, hêza perê ku aîdê neteweyên desthilatdarin, nikare derdest bike.”

Wezîrê darayî yê Fransayê Bruno Le Maire, do ragihandibû ku perê kripto yê Facebookê Libra, dikare perê hukumetên desthilatdar bixe talûkê û bikaranîna perê Libra ya Facebookê dê li Ewrûpayê bê astengkirin.