Asayîsa Rojava endamê PDK-Sê Izedîn Mela serbest berda

05 tebax 2021 16:31
Asayîsa Rojava endamê PDK-Sê Izedîn Mela serbest berda

PeyamaKurd - Asayişa li Rojavayê Kurdistanê ya bi ser PYDê ve, piştî nêzîkî sê hefteyan ji girtinê, endamekî PDK-Sê ji girtîgeha xwe berda. PDK-S daxwaza berdana hemû endamên xwe dike.

Asayişa li Rojavayê Kurdistanê di meha borî de hejmarek medyakar û endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) binçav kiribû, îro medyakar û endamê Encûmena Herêmê yê PDK-Sê li Qamişlo Izedîn Mela Mehûmd piştî nêzîkî 20 rojan serbest berda.

Di vê derbarê de Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdula ji K24ê re ragihandiye: “Girtiyên li cem PYDê, rojnamevan û endamên partiya me ne û ew ji ber helwestên xwe yên siyasî hatine girtin.”

Nafê Ebdula daxwaza berdana hemû endamên wan kir û got: “PYD bi van kiryaran, danûstandinên Kurdî – Kurdî ber bi çarenivîseke nediyar ve dibe û hêviyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi yekrêziya Kurdî lawaz dike.”

Polîtburoya PDK-Sê berî niha dabû xuyakirin, hîna endamên partiya wan Mihemed Salih Şelal Ehmed, Mihemed Deham Eyo, Berzan Husên, Fermez Ebdulkerîm û Ebdilxefar Mihemed li cem hêzên ser bi PYDê girtî ne.