Artêsa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê gundewarê Girê Spî topbaran kir

26 hezîran 2021 12:00
Artêsa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê gundewarê Girê Spî topbaran kir

PeyamaKurd – Gundên Evdiko û Kopirlik ên Girê Spî, ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê hatin topbarankirin.

Artêşa Tirkî û çekdarên girêdayî wê, do gundên Evdiko û Kopirlik ên dikevin rojavayê Girê Spî topbaran kirin.

Ji ber topbaranê, agir bi dar û malên şêniyên gundê Kopirlik ketin.