Artêsa Tirkiyê ji 8 noqteyên Zapê û Metînayê vekisiyan

08 rêbendan 2023 05:51
Artêsa Tirkiyê ji 8 noqteyên Zapê û Metînayê vekisiyan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê (TSK) di nav 2 mehên dawiyê de ji bajarê Duhokê ji deverên navça Amediyê ji 8 noqteyan vekişiyane. Tê gotin ku vekişîna Tirkiyê ji ber danûsitendinên dawiyê yên navbera Tirkiyê û Bexdayê ne.

Li gor ragihandina Rûdawê; çavkaniyên leşkerî ragihandine ku leşkerên Tirkiyê ji giren Kopîkta û Parasyayê vekişiyane. Her weha li Çiyayê Metîna li devera Bersilayê ji 3 ciyên stratejik vekişiyane. TSK her weha ji gundên Sarero û Qumriyê ji 2 noqteyan, li devera Zapê ji Çiyayê Reş û Tirwanişê, ji Berwarî bala ji 2 ciyan û ji Seregerê ji 2 ciyan vekişiyane.

Tê gotin ku sedemekî vekişîna wan ew eku avahiyên bingehîn yên weka rê, av û şertên zivistanê zorê daye wan. Sedemeka dinê tê nîşan dan ku Ankara û Bexda di nav koordînasyonê de ne û ciyên ku artêşa Tirkiyê jê vekişe wê leşkerên sînor û Pêşmerge di wan de bicîh bibin.