Artêsa Sûriyê li dijî komên girêdayî Tirkiyê sewqîyateke mezin a leskerî kir

17 îlon 2024 22:39
Artêsa Sûriyê li dijî komên girêdayî Tirkiyê sewqîyateke mezin a leskerî kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Sûriyê li hember komên çekdarên bi ser Tirkiyê hêzeke mezin şandiye xalên xwe yên li ‘herêma bêçek’ a bakurê Sûriyê.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre hin çavkaniyan, hêzên Şamê karwaneke leşkerî ji gelek wesayîtên ʹzîlʹ, tankareke çek û cebilxane, leşker û tank sewqî bakurê Sûriyeyê kir.

SOHRê daye xuyakirin, karwan di rêya Humis-Hemayê re ber bi bakurê Sûriyeyê ve çû da ku xalên leşkerî yên hêzên Sûriyê bên xurtkirin.

Hêjayî gotinê ye, çekdarên Heyet Tehrîr El Şamê û komên din ên Tirkiye piştevaniya wan dike diyar kiribûn ku ew amadekariya êrîşeke mezin li dijî xalên hêzên Sûriyê yên li ʹherêma bêçekʹ dikin.